NÛ BÛ

Li Stenbol û Manîsayê 9 kes hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk li navçeyên Stenbol û Manîsayê avêtin ser malan û 9 kes binçav kirin.

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di van serdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. 

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sirri Karadenîz, Baran Karadenîz, Leyla Kaplan, Rehşan Polat û Serdar Dost.

MANÎSA

Li navçeyên Sarûhanli û Salîhlî yên Manîsanê, polîsan avêtin ser malan û 4 xebatkarên HDP'ê binçav kirin. Nayê zanîn bê endamên HDP'ê Orhan Karaca, Seher Nergîz, Veysî Tanrikûlû û Reşat Tekîn bi ku ve birine.