Li Stenbol û Îzmirê 34 kes hatin girtin

Li Stenbol û Îzmirê 34 kes hatin girtin

Di darizandina doza kesên bi îdîaya endamên "DHKP-C"ê ne de li Stenbol û Îzmirê hatin binçavkirin, li Stenbolê 17 kesên din hatin girtin. Li Îzmirê jî 17 kesên hatin binçavkirin hemû hatin girtin.

Di 17'ê Çileyê de bi îdîaya li dijî endamên "DHKP-C'ê 6 bajaran operasyon pêk hatibû û di operasyonê de li Stenbolê 48 kes li Îzmirê jî 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji 48 kesan li Stenbolê hatin binçavkirin jê duh 9 jê parêzer 21 kes hatibûn girtin. Îro jî, ji 26 kesan 23 kes sewqî dadgehê hatin kirin û ji 23 kesan 17 kes hatin girtin. Li Stenbolê bi tevahî 9 jê parêzer 38 kes hatin girtin. Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanan bi tevahî 9 parêzerên endamên ÇHD'ê jî di navde 38 kes hatin girtin.

LI ÎZMIRÊ JI 17 KESAN 17 KES HATIN GIRTIN

Li Îzmirê jî di 18'ê Çileyê de bi îdîaya endamên DHKP-C'ê ne 17 kes hatibûn binçavkirin. 17 kesên dun sewqî Edliyeya Bayrakli ya Îzmirê hatin kirin tev hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ne: Yusuf Dut, Mert Toka, Eylem Mahamda, Didem Tutenk, Ahmet Altuzel, Serap Dursun, Zeynep Yilmaz, Gokhan Çopan, Çaglar Çevîk, Ahmet Doruk Turan, Înan Sezer, Binalî Çelik, Emîr Ozturk, Engîn Ceylan, Mustafa Ozusaglam, Arzu Yetîk û Gulhan Sagaltici bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê xebat kirine" hatin girtin. 17 kesên hatin girtin sewqî Girtîgeha Şakranê û Kiriklarê hatin kirin. Ji doza DHKP-C'ê bi tevahî 55 kes hatin girtin.