Li Stenbol û Bûrsayê êrîşî HDP’yiyan hate kirin
HDP’yiyên ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin, dibin hedefa êrîşên faşîst.
HDP’yiyên ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin, dibin hedefa êrîşên faşîst.
HDP’yiyên ku li gundê Huseyînlî yê girêdayî Çekmekoyê ya Stenbolê kesekî tê gotin ku keyeyê gunde çek li HDP’yiyan kişan. Komeke ji 15-20 kesan pêk dihat êrîşî HDP’yiyan kirin.
Her roja diçe êrîş û astengiyên li hemberî endamên HDP’yiyan dom dike. Li gundê Huseyînlî yê girêdayî navçeya Çekmekoy a Stenbolê kesekî ku tê gotin keyeyê gunde pêşiya konvoya HDP’yiyan hate girtin.
Kesê ku tê gotin çek li desta bûn, çek li HDP’yiyên ku xebatên hilbijartinê dikirin hate kişandin.
Piştî demekê li gel hinekan êrîş bire ser HDP’yiyan û derb kirin.
Jendermeyan, kesê ku tê îdîakirin ku keyeye li gel kesên pêre û HDP’yiyan, bibirin Qereqola Jendermeyan a Omerlî.
BÛRSA
Komekê êrîşî HDP’yiyên li Karabey a Bûrsa stand vedan kirin.
Komeke nîjatperest ên faşîst êrîş bire ser endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di çarçoveya xebatên hilbijartinê de stand vedan kirin. Polîsan li êrîşkaran temaşe kirin, wêneyên Selahattîn Demîrtaş û alên HDP’ê hatin çirandin. Koma êrîşkar tekbîr didan û dirûşmên faşîst qîr kirin.
Aloziyên li derdorî standê dewam diek.