Li Stenbolê rûniştina ‘Doza KCK’ê’ pêk hat

Rûniştina ‘Doza Bingehîn a KCK a Stenbol’ ku 205 siyasetmedarên Kurd jê tên darezandin pêk hat. Rûniştin taloqî 6 Tîrmehê hate kirin.

Di çarçovaya ‘Doza Bingehîn a KCK a Stenbol’ a ku 205 siyasetmedarên Kurd jê tê darezandin, 11’emîn rûniştina dozê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbol a li Çaylayanê pêk hat. Di rûniştinê de hinek siyasetmedar û parêzer jî amade bûn.

‘DIXWAZIN SIYASETA DEMOKRATÎK TINE BIKIN’

Di rûniştinê de destpêkê Rêvebera berê ya DBP’ê ya Yalovayê Evrîm Yilmaz parastin kir. Yilmaz a ku ji Ardahanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî bû, xebatên ku pêk anî di çarçoveya xebatên partiyê de kiriye û sûcdariya di derbarê wê de ret kir.

Rêvebera TÛAD a bi BHQ’ê hate girtin Sureyya Aydin jî wiha got: “Ev doz bi armanca tinekirina siyaseta demokratîk û aştiyane hatiye vekirin, hê jî dixwazin vê bidomînin. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe wê bingehê derbeyan tim hebe.

Hilbijêra HDP’ê Cemale Eser jî wiha got: “Xwendin û nivîsa min nîne. Ez tevlî ti civînan nebûme. Dema ku xwendin û nivîsîn nebe ketina min a civînê ji bo çi ye?”

Rûniştin taloqî 6 Tîrmehê hate kirin.