Li Spartayê êşkence li girtiyan tê kirin

Eşkere bû ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa E ya Spartayê, piştî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê, êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Parêzer Ramazan Dalçîçek, di 24'ê Sibatê de bi muwekîlên xwe Yilmaz Ay, Îsmaîl Goçerî û Cengîz Akkaya yên li Girtîgeha Tîpa E ya Spartayê re axivî.

Dalçîçek diyar kir, tevî ku li girtîgehê sermijartiya li ser piyan nayê kirin jî piştî êrişa li ser Garê, sermijartiya li ser piyan li girtiyan hatiye ferzkirin.

Dalçîçek anî ziman ku gardiyanan girtî bi zorê rakirine ser piyan û yên li ber vê rabûne jî li wan xistine.

Dalçîçek diyar kir ku wê giliyê wezîfedarên cemaweriyê bikin ên ku li girtiyan dane.