Li Soderhamn ji bo Kurdistan û Nisêbînê seferbertî

Gel ê li jiyangeha Soderhamn a li bakurê Swêdê, ji bo piştevaniya gelê Kurd û Nisêbînê ket nav seferberiyê.

Ji bo biryarên civîna gel a ku 4’ê Cotmehê li Pirtûkxaneya Soderhamn hate lidarxistin bikevin meriyetê, nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk ketin nav xebatan.

Serokê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Soderhamnê Benny Gûstafsson ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku di civîna 4’ê Cotmehê de 40 kesan ji bo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira navên xwe nivîsîne.

Gûstafsson ragihand ku bi van kesan re têkîlî danîne û wiha dewam kir; “Kesên tevlî kampanyayê bûne wê her sal miqdarek pere bişîne ji malbatên diyarkirî. Em difikirin ku xwendevanan jî tevlî vê kampanyayê bikin. Li Soderhamn, 79 dibistan hene. Em ê bi nûnerên xwendevanan re bicivin.”

Gûstafsson bi bîr xist ku sala bihurî ji bo piştgiriya Kobanê xwendevanên li Soderhamn, 65 hezar kron berhev kirin û ev pere jî radestî Nesrîn Abdullah kirine û got wê 1’ê Mijdarê heyetek biçe Kurdistanê û bi gel û rêveberên şaredariyan re bicive.

Gûstafsson îfade kir ku wê bi mamosteyên ji kar hatine dûrxistin û doktorên ku birîndar derman kirine bicive, çavdêriyên li herêmê jî dema vegeriya Swêdê wê bike rapor û pêşkêşî raya giştî bikin.

DIVÊ DÎSA BI OCALAN RE WERE RÛNIŞTIN

Gelê Soderhamn, li gor biryara ku 4’ê Cotmehê di civîna gel de girtibûn jî nameyek ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Hikûmeta AKP’ê re şandin. Di nameyê de tê diyarkirin ku gelê Soderhamn êrîşên hikûmeta Tirk a li ser azadiya îfade û fikrînê, hepskirina rojnamevan û siyasetmedaran bi tundî protesto dike.

D i nameyê de her wiha êrîşên dewleta Tirk a ku bi artêşa û tîmên xwe yên taybet li dijî navçe û gundên Kurdistanê li dar xistine jî hate protestokirin, wiha hate gotin; “Em daxwaz dikin ku tevahî girtiyên polîtîk bêne berdan û hikûmet di çavdêriya aliyekî sêyemîn de bi PKK’ê û Ocalan re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike.”

Meclîsa Şaredariya Soderhamn jî hefteya bihurî ji bo piştevaniya Şaredariya Nisêbînê hin biryar girtibûn, 32 endamên Meclîsa Şaredariyê ya Nisêbînê jî wek “Siyasetmedarên Xwişk û Bira” îlan kiribû.