Li Skoçyayê xebatên hilbijartinê bê navber dewam dikin

Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdên li Ewropayê di nava xebateke berfireh û xurt de ne.

Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdên li Ewropayê di nava xebateke berfireh û xurt de ne.

Li Skoçyayê, ji bo destekkirina HDP'ê Komîsyona Hilbijartinê ya Skoçyayê hat avakirin. Komîsyon xebatên xwe bê navber dewam dike.

Endamên komîsyonê li Edînbûrgh û Glasgowê buroyên têkiliyê yên hilbijartinê vekirin û qeydên hilbijêran kontrol dikin.

Komîsyona ku li Edînbûrghê bi 23 û li Glasgowê jî bi 12 kesan xebatên xwe didomîne, mal û kargehan ziyaret dikin û ji Kurdistanî û Tirkiyeyiyan dixwazin dengê xwe bidin HDP'ê. Endamên komîsyonê bi rêya malpera facebookê ya HDP Skoçya agahiyên li ser hilbijartinê belav dikin. Komîsyonê wê bi civînên gel û çalakiyên cihêreng xebatên xwe dewam bike.