Li Şirnex 5 û Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 5 ke, li Îzmîrê jî 5 endamên perwerdehiyê ku bi hinceta beşdarî çalakiyên 29’ê Kanûna 2015’an bûne, hatin binçavkirin

ŞIRNEX

Li taxên Dîcle, Cûdî û Nûr ên navçeya Cizîr a Şirnex di serdegirtinên malan welatiyên bi navê Emîn Heycan, Îsmaîl Guleş, Salîh Dayan, Sûltan Aykût û xebatkarê çapxaneya HDP’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pozan hatin binçavkirin.

5 kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin.

ÎZMÎR

5 endamên perwerdehiyê ku bi hinceta beşdarî çalakiyên ku 29’ê Kanûna 2015’an bûne, hatin binçavkirin.

Li Kemalpaşa a Îzmîrê 4 endamên perwerdehiyê ku bi hinceta beşdarî çalakiyên ku 29’ê Kanûna 2015’an bûne hatin binçavkirin.

Li aliyê din di çarçoveya heman lêpirsînê de kesek li Balafirgeha Kars Harakaniyê hate binçavkirin û ji bo bişînin Îzîrê tê ragirtin.

18 keddarên perwerdehiyê yên ku duh li Kemalpaşayê hatin binçavkirin hatibûn berdan.