Li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê alarma ‘kîmyewî’!
Li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê alarma ‘kîmyewî’!
Li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê alarma ‘kîmyewî’!
Li gorî çapemeniya tirk li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê alarma kîmyewî hatiye dayîn. Hate destnîşan kirin ku di mijara ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê, bandorê li ser Tirkiyeyê dike an na, lêkolîn tê kirin û hat îdia kirin ku li herêmên sînor, madeyên jiyanî yên wekê derman û maskeyên gazê hatine stokirin.
Hate îdia kirin ku beriya mudaxaleya herî ya li hemberî Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê, Tirkiyeyê li herêma sînor alarma ‘kîmyewî’ daye. Li gorî nûçeyên di çapemeniya tirk de cih girtine Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ekîbên di mijara kîmyewî, radyoaktîf, biyolojîk û nukleerê de pisporin şandine herêma sînor.
Hate destnîşan kirin ku herêma sînor ji hewayî û bejayî ve kontrolên kîmyewî hatine zêdekirin û li dijî êrîşeke kîmyewî ya herî, xebatên sitargeh û stokkirina maskeyan hatiye destpêkirin. Hate hînbûn ku AFAD’ê pitşî îdiaya ku di 21’ê Tebaxê de li Şamê bombebarana kîmyewî hatiye kirin, şûnde, ji bo penaberên Sûriyeyê yên li herêma sînor û yên li kampan didmînin, di mijara çekên kîmyewî de perwerde daye.
Muşavîrê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya AFAD’ê Mustafa Aydogdu, diyar kir ku di lêgerîna li herêmê hatiye kirin de daneyên kîmyewî nedîne. Aydogdu bi lêv kir ku dermanên ji sînor jî derbas bûne, ku ji madeya kîmyewî bi bandor bûye an na jî lêkolêkolîn kirine.
Rêveberiya Sûriyeyê sûcdariyên bikaranîna çekên kîmewyî red dike û îdia kir ku komên çekdar çekên kîmyewî yên li Şamê bikaranîne li Tirkiyeyê hilberîna wan dike. Nûnerê daîmî yê NY’ê yê Sûriyeyê Başar El Caferî, diyar kiribû ku ji bo mudaxaleya leşkerî û êrîşê provoke bikin çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Caferî got madeyên pêwist yên bo hilberîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiye, Katar û Suudî Erebîstanê ve hatine peydakirin.
Li aliyê din li serokwezîrtiyê zîrveya ewlehiyê dicive. Zîrveya dê saet di 18.30’an de li Avahiya Fermî ya Serokwezîritiyê bicive, dê Cigirên serokwezîr, wezîrê karê Dadê, wezîrê karê Hundir, Wezareta Parastinê, Musteşarê MÎT’ê û rayedarên leşkerî dê tevli bibin.