Li sînor piştevaniya Rojava-Bakur
Li sînor piştevaniya Rojava-Bakur
Li sînor piştevaniya Rojava-Bakur
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi hezaran jinên kurd bi armanca piştgriya bo Rojava, roja sêşemî bi meşa pêk anîn çalakiya nobetê dan destpêkirin û çalakî dîsa bi meşeke girseyî dawî bû. Jinên kurd yên Bakur ku nokteya sifir ya sînor derbas kirin û hatin aliyê Çemê Dîcle, li aliyê din jî jinên kurd yên Rojava hatin aliyê din û peyamên piştevaniyê dan.
Li ser banga Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclisa Jinan a BDP’ê, bi armanca pitşevaniya bo gelê Rojava roja sêşemê li gundê Bostanci ya serxeta sînor ya Sîlopiyê meş pêk anîn û piştî meşê nobet girtin. Piştî çalakiya nobetê, jinan îro careke din meş pêk anîn.
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, endama BDP PM Rabî Karaes, hevserokê BDP’a Şirnexê Hamî Aktî, nûnerên BDP’ê, aktîvîstên DOKH’ê û şaredarên herêm jî di nav de gelek kes tevli meşê bûn.
Jin bi pankartên ‘Her der Rojava, her der berxwedane’, ‘Şoreşe Rojava projeya Rêber Apo ye’ hatin hildan û her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.
ÇEPIK Û TILÎLÎ
Girse kîlometreyek rê bi dirûşme, çepik û tililiyan meşiyan û piştre nokteya sifir a hemberî gundê Zeherî ya girêdayê bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdisanê yê li hemberî gundê Rihaniyê.
Bi sedan leşkerên ku ji roja sêşemê de ji bo meşê amadebûn, xwestin riya girseyê bibirin. Lê jinan bi biryareke mezin meşa xwe dimandin û cendermeyan barîkat rakirin.
YPG HAT SLAVKIRIN
Çalakger bi saetan meşiyan û dema gihiştin nokteya sifir a gundê Zeherî, şêniyên gundê Zeherî yên li aliyê din yê sînor, li aliyê din yê Çemê Dîcle bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’ bersiv dan girseyê. Çalakiya jinan, ji aliyê YPG’ê ve guleberdana hewayî hat silavkirin.
LI ALIYÊ DIN YÊ ÇEMÊ DÎCLE DEMÊN HESTYAR
Li her du aliyên Çemê Dîcle girseyê demên bi hestiyar jiyan û hinek dayika navê zarokên xwe qîr kir. Her du aliyan bê navber dirûşme berzkirin. Parlamentera Amedê Nursel Aydogan da zanîn ku ‘Roj baş Rojava rojbaş YPG’ û têkoşîna gelê kurd silav kir.
Aydogan şoreşa Rojava wek şoreşa azadiya jinan nirxand û got: “Bi hezaran hevalên me yên jin bi cesaretek mezin di nava têkoşîna azadiya Rojava de cih girtin. Ji nîvê YPG’ê zêdetir jinin.Em jinên YPG’ê ji vir silav dikin.
Aydogan wiha got: “Em ji bo ku careke din nîşan bidin ku em dê destê dirêjê gelê kurd bibe, dê bişikînin li virin. Gelê kurd, li cem gelê Rojava ye. Komên qirêj yên girêdayê El Qaîdeyê û her wiha piştgiriya AKP’ê digirin, êrîşê şoreşa Rojava dike. Niha her kes vê pirsê mereq dike. Komê çeteyan yên ji welatên cuda hatine êrîşê kurdan dikin. Ev komên ku divê li dijî Esad şer bikin, li dijî kurdan şer dikin. Sedema vê çiye? Ger em vê fêm bikin em dê têkoşîna xwe zêdetir fêm bikin. Divê em vê baş bizanin. Ev komên ku li hemberî rejîma Esad têk biçin, dê hewl bidin li Rojavayê Kurdistanê bo xwe baragehek ava bikin. Sedema êrîşa wan jî eve. Lê divê vê baş bizanin. Rojava ya kurdan e. Kurd dê qezencên xwe û axa xwe nede tu kesî.”
Piştî axaftinan her du aliyan xatir ji hev xwestin û bi dirûşemayan çalakî bi dawîkirin.