Li Sîncanê êrîş: 15 mirî

Li Sîncanê êrîş: 15 mirî

Li Herêma Xweser a Sîncar-Uygur a Komara Gel a Çînê, di êrîşa bombeyî û kêran de herî kêm 15 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Şînhua, li herêma Xweser a Sîncan Uygur di êrîşa bombeyî û bi kêran de herî kêm 15 kes mirin e û 14 kes jî birîndar bûne. Ajansê da zanîn ku li herêmê li bajaroka Saçî li cihê ku bazar lê tê danîn êrîşa bombeyî û kêran pêk hatiye. Êrîşa ku roja Înê di saetên piştî nîvro de pêk hat, di nav wan de 11 êrîşkar jî ku hebûn 15 kes mirine. Tê gotin ku êrîş ji aliyê komek Uyguriyan ve pêk hatiye.