Polîsên Tirk danê sibehê saet di 04:00 de taxa Zap a navçeya Şirnex Silopiyayê dorpêç kirin. Polîsên ku ji ber xendekên welatiyan ji bo xwe parastinê kolandibûn nikarîbûn têkevin nava taxê, gule li taxê reşandin.
Li gorî agahiyên destpêkê ji ber gulereşandina polîsan Hamdîn Ûlaş (58) û ciwanekî navê wî nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dane, 8 kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku polîsan her wiha 6 mal dane ber agir û malek bi temamî şewitiye.
Her wiha li trafoyekî li derveyî taxê jî teqînekê rû da. Ji ber teqînê şewat derket.