Li Silopiyayê çalakî

Li Silopiyayê çalakî

Endamên YDG-H'yê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji ser sînorê Tirkiye re û alîkariya dewleta Tirk a bi çeteyan re çalakî li dar xistin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê endamên YDG-H'yê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji ser sînorê Tirkiye re û alîkariya dewleta Tirk a bi çeteyan re çalakî li dar xistin. Bi dehan endamên YDG-H'yê li Kizir (Taxa Cumhuriyetê) kom bûn û ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji ser sînorê Tirkiye re rêya dîrokî ya Îpek li çûn û hatinê girtin. Piştî ku polîs û leşkerên Tirk bi maşînên xwe yên leşkerî hatin cihê bûyerê bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kirin. Li ser mudaxaleya polîs û leşkeran ciwanan jî bi kevir, fişekên hawayî û molotofan bersiv dan. Dema çalakiyê berdewam dikir ajokarên wesayîtên li ser rê kom bibûn bi korneyan piştgirî dan çalakiya ciwanan.

Piştî ku ciwan belav bûn çalakî bi dawî bû û rê li hatin û çûyînê vebû.