Li Sîlîvriyê girtiyan tevî kelepçeyan didin sekinandin!
Girtiyên di Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê de tevî kelepçeyan bi saetan li nezaretxaneyan tên sekinandin.
Girtiyên di Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê de tevî kelepçeyan bi saetan li nezaretxaneyan tên sekinandin.
Hat hînbûn ku girtiyên di Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê de dema diçin nexweşxane yan jî rûniştinên dozan tevî kelepçeyan bi saetan li nezaretxaneyan tên sekinandin. Hat diyarkirin ku dema girtî tên sekinandin, kelepçe nayê derxistin û girtî bi saetan li nezaretxaneyên dadgehan tên sekinandin.
Hat diyarkirin ku Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ku demekê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mabûn û piştre sirgunî Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê bûne rastî vê pêkanînê hatine. Ji xeynî wan hat diyarkirin ku Servan Kaya jî bi saetan tevî kelepçeyan hatiye sekinandin.
Hat ragihandin ku leşkeran ji kesên ku vî tiştî protesto dikin re gotine ku ‘Yên li ser me talîmata vî tiştî dane me, em li ser kesên diyar pêk tînin.’