Li Silêmaniyê êrîşên bombeyî: 5 kes birîndar bûn
Li Silêmaniyê êrîşên bombeyî: 5 kes birîndar bûn
Li Silêmaniyê êrîşên bombeyî: 5 kes birîndar bûn
Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê êrîşa bombeyî pêk hat û 5 kes birîndar bûn.
Di 20’ê Kanûnê de di saetên êvarê deli taxa Sîncar a Silêmaniyê di qutiya çopê de bombeya hatibû bicihkirin teqya û di encamê de yek jê sivîl 4 polîs 5 kes birîndar bûn.
Ekîbên asayîşa Silêmaniyê da zanîn ku êrîş ji aliyê komên girêdayê El Qaîdeyê ve pêk hatiye.
Li aliyê din di operasyonên ku hêzên asayîşê pêk anîn de emîrekî El Qaîdeyê hat girtin.
Li gorî îstîxbaratên ku çavkaniyên hêzên ewlehiyê yên herêma Federal a Kurdistanê girtine, komên El Qaîdeyê ji bo ku şeva sersalê hinek êrîşa li Silêmaniyê pêk tîne amadekarî kirine.
Yekineyên Ewlehiyê da zanîn ku îhtîmala ku ev êrîş hinek kurdên ji Başûr çûne Sûriyeyê û teli qadên El Qaîdeyê bûne ev êrîş pêk anîne heye.
Di 2’ê Kanûnê de jî li Silêmaniyê li dijî hêzên ewlehiyê êrîş pêk hat û du kes birîndar bûn.