Li Sêwasê bîranîna Roboskiyê

Li Sêwasê bîranîna Roboskiyê

Xwendekarên ku li Zanîngeha Cûmhûriyetê dixwînin û EMEP'ê bi merasîmekê kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn.

Xwendekarên Zanîngeha Cûmhûriyet û Rêxistina Partiya EMEP’ê ya Sêwasê bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskiyê li Cemxaneya Alî Baba merasîmekî bîranînê li dar xistin. Endama Meclîsa Herêmê ya HDK'ê Leyla Sarioglu di bernameyê de axivî û diyar kir ku, komkujiya Roboskiyê jî weke komkujiya Gurgum û Sêwasê ji aliyê dewletê ve hate kirin. Sarioglu anî ziman ku, berpirsyarên komkujiya Roboskiyê tên parastin û wiha got: "Em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku ji bo berpirsyarên komkujiyan bên dîtin bi hîstiyar bin."

Piştî axaftinê sînevîzyona têkildarî komkujiyên Roboskî û Gurgumê hatin pêşandan. Piştî navên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin, bîranîn bi slogana "Şehîd namirin" bi dawîbû.