Li Serokatî û azadiya xwe xwedî derkeve -Selahattîn Erdem
"Heta Rêber Abdullah Ocalan bigihîje mercên jiyan û xebata azad divê çalakiyên azadiyê yên navborî bênavber bên lidarxistin. Wezîfe û têkoşîna herî şoreşger a roja me ev e."
"Heta Rêber Abdullah Ocalan bigihîje mercên jiyan û xebata azad divê çalakiyên azadiyê yên navborî bênavber bên lidarxistin. Wezîfe û têkoşîna herî şoreşger a roja me ev e."
Ji 5’ê Nîsana sala 2015’an ve ango ev 17 meh in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ti hevdîtin çênabin. Ango der barê rewşa wî de ti agahiyên zelal di dest de nîn in. Jixwe parêzerên wî ji 27’ê Tîrmeha sala 2011’an vir ve nikarin bi mûwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Bêguman ev rewş li cem gelê Kurd û hêzên demokratîk hêrs û bertekek bi xwe re aniye. Kurd bi awayekî mafdar ji rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan bifikar in.
Di ser de jî li vî welatî hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê û cuntaya rêveberiya rewşa awarte li dar ketiye. Ango welat erdhejeke herdemî dijî. Wisa ku serok-komar jî di nav de ewlehiya jiyana ti kesî nîne. Di navbera baskên olpereset-faşîst de mirov dikare bêje şerê man û nemanê li dar e. Aliyên şer dikin ji bilî hevdu, armanca wan a hevpar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lewre herdu alî jî xwediyê feraseta olperest, nijadperest û dijminahiya Kurd in û siyaseteke wisa bi pêş dixin.
Ji aliyê herkesî ve baş tê zanîn ku li Tirkiyeyê yê ku herî zêde li dijî cuntayan derketiye û têkoşiyaye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Encamên berxwedana şoreşgerî ya li dijî cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê ku bi rêk xistin li holê ne. Herwisa tê zanîn ku ji aliyê cuntaxwazên faşîst ve herdem tê tehdîtkirin. Cuntaya 20’ê Tîrmehê ya rêveberiya rewşa awerte jî mîna ku li dijî Rêbertiyê hatibe kirin, daxuyaniya wan a ewil gotin ku du -sê mehan li Îmraliyê hevdîtin neyên kirin-
Niha di ser hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê re pêncî roj derbas bûne û derbarê rewşa tenduristî û ewlehiya jiyana Rêber Abdullah Ocalan de ti agahî nîn in. Daxuyaniya wezîrê edaletê ya Bekir Bozdag ku gotî, -her tişt asahî ye- jî kesî baweriyê bi kesî nade. Tevahiya daxwazên parêzer, malbat û nûnerên gelan yên hevdîtinê bi bahaneyên derewîn ve tên redkirin. Carna jî hîç hewcedarî bi bersivdayînê jî nabînin.
Vaye ev tevde sedem in ku gelê Kurd, dostên wî û tevahiya hêzên demokratîk gihiştine lûtkeya ber teqînê. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyê welêt gel li ser piyan e, dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û ew bê azadkirin. Ji bo vê mebestê her cih û her dem bûne weke qadên serhildanê. Li Ewrûpayê bi salan e ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan nobeta azadiyê tê girtin. Bêtirî deh rojan e greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi tevlibûneke berfireh ve tê lidarxistin.
Lijneya giştî ya Kongra Gel, di pey kombûna xwe ya 10’an re bi daxuyaniyeke giştî ve, banga -li Serokatiya xwe û li azadiya xwe xwedî derkeve- li tevahiya gelê Kurd kir. Tevgera Jina Azad bi dirûşma: -Ez li serokatiya xwe, li azadiya xwe û li axa xwe xwedî derdikevim- kampanyaya çalakiyê da destpêkirin. Herî dawî, HDK, HDP, DTK, DBP û KJA bi daxunayike hevpar ve îlana greva birçîbûnê kirin. Çalakî dê bi pêncî kesan ve û dê bêdem û bêdorveger bê lidarxistin. Bi zelalî tê dîtin ku dê çalakiyên -Ji Ocalan re azadî- mora xwe li pêvajoya li pêş me bidin.
Baş e gelê Kurd wekî din çawa dikare tevbigere? Ya rastî di rewşa vê gavê de mirov dikare bêje ku dereng jî maye. Yên têne kirin dibe ku bikêmasî jî bên dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber xizmeta şexsê xwe li Îmraliyê nehatiye bicihkirin. Ji ber kiryarên hebûn û azadiya gelê Kurd 18 sal in li pergala êşkenceyê ya Îmraliyê tê girtin. Yê di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de li Îmraliyê dîl tê girtin jî hebûn û azadiya gelê Kurd e.
Ji ber ku gelê Kurd baş bi vê rastiyê dizane, di kesayetiya serokatiya xwe de xwedî li hebûn û azadiya xwe derdikeve. Rehînemayîna di bin tecrît û êşkenceyê de qebûl nake. Tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan di xeteriyê de dibîne û ji bo vê jî li her qadê li ber xwe dide. Herwisa vê berxwedanê jî heta dawiyê dimeşîne û wisa diyar e ku heta pirsgirêkên tenduristî û ewlehiyê yên Rêber Abdullah Ocalan neyên çareserkirin bibiryar e.
Bêguman gelê Kurd di kiryarên xwe de mafdar e û mafên wî yên zêdetir jî hene. 18 salan dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a di pergala Îmraliyê ya êşkenceyê de qebûl nake û li ser xwe wek heqaretekê dibîne. Li aliyê din ji ber pevçûnên cuntayî ji rewşa tenduristî û ewlehîya Rêber Abdullah Ocalan bifikar e. Di rewşeke wiha de ku meclîs û seraya serok-komar tên bombekirin jî, di cihekî wiha de ku serok-komar nikare xwe biparêze çawa bifikar nebe?
Li aliyê din li vî welatî kesê ku herî zêde li dijî cuntayan derketiye Rêberê Gelê Kurd e. Kesê ku herî zêde ji aliyê cuntaxwazan ve wek dijmin tê dîtin Rêberê Gelê Kurd e. Di pêvajoya pêncî rojan a piştî 15’ê Tîrmehê de rewşeke herdemî û erdhejî ya cuntayê li dar e. Baş e di serdema van pêncî rojan de li Îmraliyê çi qewimiye û çi hatiye jiyîn? Ji bilî rayedarên dewletê yên wezîfedar kes bi van nizane. Gelo li Îmraliyê jî ti şer qewimiye? Ew rayedarên leşkerî yên li wir hatine girtin tev li ti êrîşê bûne? Ti bersivên van pirsên ku bi awayekî sirûştî tên hişê mirov li hole nînin.
Ya girîng, ji nav sîstema Îmraliyê çend kes tevli hewldana cuntayê bûne? Helîkoptera ku dibêjin firiye Yunanîstanê ji kû çûye? Gelo çi karê wan li deverên li nêzî Yunanîstanê hebû ku fikra reva Yunanîstanî kirine û vê fikra xwe jî pêkanîne? Gelo ti têkiliya vê helîkopterê bi Îmraliyê re çêbûye? Diyar e ku gelek pirsên ku mêjiyê mirov tevlihev dikin hene û tevahiya van jî bêbersiv in.
Li aliyê din rêveberiya AKP’ê ya di 20 ê Tîrmehê de rewşa rêveberiya awarte îlan kirî, çima hewcedarî bi daxuyaniya -dê li îmraliyê hevdîtin çênebin- dît? Dîsa wezîrê edaletê Bekir Bozdag çima hewcedarî bi daxuyaniyeke wiha ku ji du peyvan pêkhatî dît, ya derbarê Îmraliyê de? Ev hemû ji bo gelê Kurd kiryarên bişik in. Hemin li Îmraliyê rewş asahî ye, wê demê divê bi hevdîtinekê re astengiya heyî ji holê bê rakirin. Lê ev nayên kirin û ji ber vê jî guman zêde dibin. Dewlet mîna ku tiştekî veşêre tevdigere. Çiku ji aliyê huquqî ve jî mafên hevdîtinê heye ji bo kesên ku li Îmraliyê tên girtin jî.
Ev hemû rewşa heyî ya li Îmraliyê rewşê bêtir cidî û bifikar dikin. Gelê Kurd wiha hîs dike û herkes jî wisa fahm dike. Eger rewş berevajiyê vê be, wê demê wezîfe dikeve ser milê kesên divê civakê agahdar bikin. Herwiha heta deriyên Îmraliyê vebin, ev rewşa biguman wê her berdewam bike. Dîsa heta ev pergala êşkenceyê ya Îmraliyê parî û parçe bibe dê ev astengî û têkoşîn her geş bibe û dewam bike.
Bi helwest û çalakiyên dawiyê re gelê me ketiye ser rêya rast û nêzîkî rastiya serokatiyê bûye. Wê ev helwesta têkoşer li her qadê û bi pêşketinên cihereng re berdewam bike. Lewre rewş cîdî ye. Lewre derbarê rewşa tenduristî û ewlehiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de di destê me de ti agahî nînin. Di ser de jî rêveberiya faşîst a AKP’ê her cure hewldanên agahîgirtinê jî bi teror û êrîşê ve dibersivîne.
Pir diyar e ku tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan di xeteriyê de ye. Ev xetere ji bo tevahiya gelê Kurd û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ev xetere li dijî aştî, demokrasî û azadiya gelan e. Ev xetere ji bo tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk e. Rewş ev e ku divê herkes li hebûn, azadî û siberoja xwe xwedî derkeve. Ji bo vê jî divêtî ye ku xwedî li tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan bê derketin. Heta Rêber Abdullah Ocalan bigihîje mercên jiyan û xebata azad divê çalakiyên azadiyê yên navborî bênavber bên lidarxistin. Wezîfe û têkoşîna herî şoreşger a roja me ev e.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA