Li Serhedê xebatên hilbijartinê bi govend û tilîliyan didome

Rêxistinên bajêr ên HDP’ê yên Agirî û Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di çarçoveya xebatan de vekirinên buroyê wekî mîtîngan didome.

HDP’ê li navçeyên Ebex û Erdîşê yên Wanê buroyên hilbijartinê vekir. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kawa, çalakgerên TJA’yê û gel tevlî vekirina buroyan bûn.

Li Erdîşê bi hezaran kesan heyeta HDP’ê pêşwazî kir. Piştî pêşwaziyê gel li navenda navçeyê tûreke konwoyê avêtin. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku AKP 16 sal in ji xeynî xisarê tiştek nedaye welat. Atalan bangî her kesî/ê kir ku bila bi giyanê seferberiyê tevlî xebatan bibe.

EBEX

Heyeta HDP’ê piştî Erdîşê çû Ebexê û li vê derê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Wekî li Erdîşê, li Ebexê jî li navenda navçeyê tûrek hate avêtin. Parlementerê HDP’ê Alî Atalan li vê derê jî axivî û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqa şer e. Kesên ku bûne sedema mirin û hêsiran, ew ê di 24’ê Hezîranê de careke din têk biçin. Ew ê 24’ê Hezîranê wekî roja aştî û azadiyê di dîrokê de were pîrozkirin.”

BAZÎD

HDP xebatên xwe yên hilbijartinê li Agiriyê jî didomîne. Vekirina buroyê ya li Bazîdê veguherî mîtîngê. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Bazîdê Talha Kaya û bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn. Botan li vê derê bang li hemû gelê Serhedê kir ku divê di 24’ê Hezîranê de bi giyanê seferberiyê li dora HDP’ê bibin yek.

Botan got: “Erdogan ji bo xapandina gelê Kurd her tiştî dike lê edî ew ê Erdogan nikaribe bi ser bikeve. Hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz ew ê di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt bidin AKP’ê.”

Merasîma vekirina buroyê bi muzîk û govendê bi dawî bû.