Li Serêkaniyê ku ev 5 roj in di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr pevçûn didomin, welatiyekî bi navê Zekeriya Fuad Şêx Hesen (26), dema parastina taxa xwe dikir, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyê bi navê Zekeriya Fuad Şêx Hesen yê 26 salî ku ev 5 roj e li rex Yekîneyên Parastina Gel (YPG) taxa xwe di parêz e, di encama gulebarana komên çekdar de jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku Şêx Hesen, li gel şêniyên din li Taxa Ebra bi çeka xwe alîkariya hêzên YPG'ê dikir û taxa xwe diparast.
Şêx Hesen saet derdora 16.00'an de li Taxa Ebra di encama gulebarana komên çekdar de jiyana xwe ji dest da. Zekeriya Fuad Şêx Hesen ji Serêkaniyê ye û bavê 3 zarokan bû.