Li Serêkaniyê pevçûn
Li Serêkaniyê pevçûn
Li Serêkaniyê pevçûn
Li herêma Esfer Necar û Tel Xelef ên girêdayî Serêkaniyê, bi êrîşa komên Eniya El-Nusra re, di navbera wan û hêzên YPG’ê de pevçûn derket. Hate ragihadin ku balefirên keşfê Tirkiyê jî li ser bajêr firiyane.
Hate ragihandin ku komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra di saetên êvarê de ji aliyê Esfer Necar û Tel Xelef ku 4 kîlometre dûrî bajêr in dîsa êrîş pêk anî û xwestin ber bi bajêr ve pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derketin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pevçûn cîh bi cîh didomin.
Li aliyê din hate gotin ku di heman saetan de balefirên keşfê yên Tirkiyê jî li ser bajêr firiyan e.
Li gorî hinek çavkaniyan komên çekdar xwestine ku îşev êrîşî navenda bajêr bikin û pevçûn jî li ser vê yekê derketine.