Li Serêkaniyê 3 leşker mirin

Li Serêkaniyê 3 leşker mirin

Hat ragihandin, sê leşkerên Tirk ên li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê nobed digirtin, di encama gulereşandina  kesên nasname nediyar ve hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên Tirk, di encama gulereşandina komek ji aliyê Rojava ve, sê leşkerên li ser sînor ê Serêkaniyê nobed digirtin, mirin. Der barê mijarê de ji çavkaniyên herêmî hînê ti agahî nehatine girtin.

Hat îdîakirin ku leşkerên Tirk li nuqteyeke pêşberî gundê Til Xenzîrê hatine kuştin.

Ji aliyê rayedarên Tirk ve jî hînê daxuyaniyeke berfireh a li ser mijarê nehatiye dayîn.