Li ser rêya qelebalix a Stûttgartê, spota 'Azadî ji Ocalan re'
Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li ser rêya herî qelebalix a Stûttgartê li panoya reklamê nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate nivîsandin.
Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li ser rêya herî qelebalix a Stûttgartê li panoya reklamê nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate nivîsandin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li panoya reklaman a li ser rêya herî qelebalix a bajêr, nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate nivîsandin.
Li qada ku rêyên bejayî yên B10/B27/B295 ên Heîlbronn/Pragsattel- Tûrm digihêjin hev, dîmenê ji nivîsa "Azadî ji Ocalan re - Freîheît fur Ocalan" wê mehekê ji saet 06:00 heta 23:00 were nîşandan.
Li pişt wêneyê Ocalan jî nexşeya Kurdistanê ye ku bi têlan dor lê hatiye girtin û kevoka aştiyê hene.
Di encama hewldanên hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûdwîgsbûrgê de, bi fîrmaya reklaman a Vîdeo Control HUND a li Sînzheîm-Badenê li hev hate kirin.
Ji vê rêya ku trafîka wê zêde ye, her roj bi sed hezaran wesayit derbas dibin.