Li ser navê Berkîn zincîra edaletê

Li ser navê Berkîn zincîra edaletê

Ji bo Berkîn E. ya 14 salî, ku di dema berxwedana Gezî de ji ber kapsula bombeya îsotê ya polîsan li Okmeydanê ji serê xwe giran birîndar bû û ev 86 roj in di servîsa lezgîn de tê dermankirin, îro di navbera saet 12.00-13.00 de li ber Edliya Çaglayanê dê "Ji bo Berkîn zincîra mirovan" bê avakirin.

Tevî malbat, dost, hevalên Berkîn û hunermendan, girseya gel dê saet di 10.00'an de ji bo beşdariya li çalakiyê li ber navenda tenduristiyê ya li taxa Mahmût Şevket Paşa ya li Okmeydani bên cem hev. Kom dê piştre dest bi meşê bikin û saet di 12.00 de li ber Edliya Çaglayanê li hev kom bibin.

Saet di navbera 12.00-13.00'an de dê girse dest bidin hev du û bi daxwaza edaleta ji bo Berkîn E. "zincîra mirovan a edaletê" ava bikin. Piştre jî dê girse bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe bîne.