Zeybel diyar kir bi berxwedana mezin a salên 1980’yî ev kirinên dij mirovî bi paş ve hatine xistin û got, girtiyên siyasî çawa ku duh rê nedan vê rewşê niha jî wê rê nedin.
Di dema darbeya 12’ê Îlona 1980’yî de ferzkirina cilên yek reng ku li girtîgehan weke azîneya bêxisletkirinê, têkşikînê û rajêrkirinê dihate bikaranîn, girtiyên siyasî bi berxwedaneke mezin bersiv dabûnê. Yek ji girtiyê siyasî ku li dijî van kirinan li ber xwe dayî û êşkenceya giran lê hatî kirin Hulusî Zeybel e..
Zeybel li ser wê serdemê ji ANF’ê re axivî. Zeybek ku ji Yekîtiya Propagandya Çekdar a Marksîst-Lenînîst (MLSPB) 11 salan li gîrtîgehê amyî û li Girtîgeha Leşkerî ya Alemdagê ku ketî ber darbeya 80’î, diyar kir ku beriya darbeyê xwestin ku ferzkirina cilên yek reng pêşî li Girtîgeha Sultanahmet biceribînin lê piştî helwestên tund heman rojê bi paş ve gav avêtin.
CARA PÊŞÎ LI METRÎSÊ
Zeybel li ser polîtîkaya cilên reng wiha got: ‘’Ji bo ku vîna me bişkînin gelek kêferat kirin. Dema ku nikarîbûn vê pêk bînin herî dawî pêkutiya cilên yekreng anîn rojevê.’’ Zeybel dibêje pêkutiya cilên yek reng Çileya 1984’an bi giştînameyeke Wezareta Dadmendiyê cara pêşî li Girtîgeha Metrîsê dest pê kir û diyar dike, 14-15’ê Cile rastî li operasyoneke du rojî hatine.
‘ME CILÊN WAN ÊN YEKRENG HER DEMÊ DIÇIRANDIN’
Zeybel wiha axivî: ‘Şemî-yekşem bû. Leşker bi darê zorê ketin koxuşên me, ji bilî eşofman û derpê û atlêtan dest li ser kincên me yên sivîl dnaîn, li şûna wan bi şiklê çakêt û şalan cilên yek reng ê bi rengê şîn anîn. Ji bo ku em kincên xwe nedin wan me li ber xwe da û bi jopan em ji koxuşan derxistin. Vê operasyonê du rojan dom kir. Duşemê piştî ku danişînan dest pê kir pêkutiya cilên yek reng dest pê kir. Ji koxuşan em bi derpê an jî eşofmanan derdiketin, li me dixistin, em li erdê dirêj dikirin û bi zorê ew cilên yek reng li me dikirin, destê me ji paş ve kelepçe dikirin. Lê her carê me pişta xwe dida hev û ew kinc diçirandin.’
Zeybel bi domdarî wiha got: ‘’Ji ber ku me ew cilên yek reng diçirandin, bi hinceta ku em ziyanê didine malê dewletê êşkence li me dikriin, em dibirin bin derenceyan û bi jopên şil li me dixistin. Lê li gel ev qas êşkenceyan jî, dema ku em dibirin dadgehê, nexweşxaneyê an jî dema ku em derketin rojên hevdîtinê her carê me ew kinc diçirandin.’’
‘BI BERXWEDANÊ DAWÎ LI VÊ PÊKUTIYÊ HAT’
Zeybel diyar kir li dijî van pêkutiyan girêva birçîbûnê ya li girtîgehan veguherîn rojiya mirinê û got, piştî ku 4 girtiyên siyasî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan pêkutiya kincên yek reng 1986’an rakirin.
Zeybel bi domdarî got AKP bi vê pêkutiya kincên yek reng dixwaze li nav civakê jî yek rengiyê pêk bîne û rewşa niha ya li girtîgehan ne kêmî rewşa girtîgehan a dema darbeya 1980’î ye.
Zeybel diyar kir desthilatdarî li şûna ku rewşa girtîgehan siviktir bike girantir dike û got ev ê encamên baş bi xwe re neyînin ji bo vê jî divê demildest dev ji vê pêkutiyê biqerin.