Li ser dengên Mûş’ê jî taloke hene!

YSK’ê li Mûşê yekkirina gelek sendoqan qebûl kir.

Rejîma AKP-MHP’ê li Kurdistanê ji bo ku dest li ser dengên HDP’ê deyne an jî nehêle ku gel dengê xwe bide her rêyê diceribîne.

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serlêdana Walîtiya Mûşê ya bi daxwaza yekkirina hin herêmên hilbijartinê qebûl kir. Li Gimgim û Melezgirê bi biryarekê sendoqên gelek gund û mezrikan kirin yek û li ser hin deveran jî daxwaza yekkirina sendoqan nehate qebûlkirin.

Li gorî biryara ku YSK’ê li ser daxwaza Walîtiya Mûşê standî, li Mûş navend û navçeyên wê li 48 herêmên hilbijartinê biryara yekkirina sendoqan hate standin. Her wiha li ser 23 herêmên hilbijartinê jî daxwaza yekkirina sendoqan ji hêla YSK’ê ve hate redkirin.

Li navend û navçeyên Mûşê hijmara herêmên biryara yekkirina sendoqên lê hatine standin:

Li gorî biryara YSK’êli navçeya navendî biryar hate standin ku li 4 herêman sendoq bibin yek.

Li navçeya Kopê ya Mûşê YSK’ê biryar da ku li 4 herêmên hilbijartinê sendoq bibin yek û lîste jî bi rengekî tevlîhev were hazirkirin

Li navçeya Korkutê jî li 2 herêmên hilbijartinê biryara yekkirina sendoqan hate standin û li van du herêman jî lîste wê bi rengekî tevlîhev be.

Li Melezgirê li 17 herêmên hilbijartinê sendoq kirin yek û lîsteya hilbijartinê wê tevlîhev bimîne.

Li Gimgimê jî li ser sendoqên 21 herêmên hilbijartinê biryara yekkirinê hate standin