Li ser bersîv dana gundiyan û hêzên YPG'ê komên çete şûnde reviyan
Li ser bersîv dana gundiyan û hêzên YPG'ê komên çete şûnde reviyan
Li ser bersîv dana gundiyan û hêzên YPG'ê komên çete şûnde reviyan
Komên çete yên ku êrîşê gundê Qasim yê girêdayî Kobaniyê kirin, rastî bersîvdana gundiyan hatin. Piştî ku hêzên YPG’ê gihiştin gund, komên çete mecbûrî revê bûn û ji gund derketin.
Li gorî zanyariyên ku hatine wergirtin, gundê Qasim yê ku 40 km dûrî bajarê Kobanê ye, îro piştî nîvro rastî êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê hatin. Hate zanîn piştî êrîşê gundiyek ku navê wî nehat zanîn ji aliyê komên çete ve hate revandin. Piştî ku komên çete ketin gund, rastî bersivdana gundiyan hatin û dinavbera wande pevçûn derket. Di pevçûnan de 3 gundî birîndar bûn.
Piştî ku gundiyan ji hêzên YPG’ê alîkarî xwestin, YPG’ê hêzekî leşkerî şand gund. Piştî dû saetan dîsan komên çete êrîşê gund kirin vê carê rastî bersîvdanek xurt ya hêzên YPG’ê û gundiyan hatin. Pevçûn dû saetan berdewam kir. Komên çete nekarin xwe liber berxwedana hêzên YPG’ê û gundiyan bigrin, neçarman ji gund birevin.
Di derbarê kuştî û birîndaran de hîna tû agahî nehatine wergirtin.