Li Semsûrê mêrekî yek jê zarok sê kes qetil kirin

Li gundê girêdayî navçeya Şemîzinan a Semsûrê Kasim Avci hevjîna xwe Tugba Avci, xizmê xwe Abîdîn Avci û kurê Abîdîn Avci yê 9 salî Mûstafa Avci qetil kir.

Zilamê bi navê Kasim Avci li gundê Taşkuyu yê navçeya Şemîzinan a Semsûrê hevjîna xwe Tugba Avci, xizmê xwe Abîdîn Avci û kurê Abîdîn Avci yê 9 salî Mûstafa Avci qetil kir.

Di arêşeyê de Kasim Avci çek bi kar anî û hevjîna xwe Tugba, ji xizmên xwe Abîdîn û kurê wî yê 9 salî û kesekê din birîndar kir. Her wiha di êrîşê de Avci bi xwe jî birîndar bû û ji cihê bûyerê reviya. Kesên birîndar bûyîn rakirin nexweşxneyên Kolik û Şemîzinanê û Nexweşaxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Tugba, Abîdîn û Mûstava Avci ku di êrîşê de giran birîndar bûbûn, tevî hewldanan jî nehatin rizgarkirin. Cenazeyên her sêyan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Têkildarî kesê 4’emîn ê di êrîşê de birîndar bûyî tu agahî nehatin bidestxistin.