Li Sêgoşeya Rebîa-Şengal-Cezaa şerên dijwar

Li Sêgoşeya Rebîa-Şengal-Cezaa şerên dijwar

Ji duh danê êvarî ve li sêgoşeya Rebîa-Şengal-Cezaa di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên YPG’ê de şerên dijwar rû didin. Di navbera çeteyên ku rêya ewlekariyê ya Şengal-Rojava kirin hedef de şer û pevçûn didomin.

Navenda çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ ên êrîşî korîdora ewlekariyê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Duh êvarî çeteyên DAIŞ’ê êrîşêk birin ser xeta ewlekariya ku ji aliyê hêzên me ve di navbera Şengal û Rojava hatibû vekirin. Hêzên me bersivên tund dan çeteyen ku êrîş birin li ser qadên di navbera segoşêya Rebîa, Dugurman û Cezaa de.

Di vî çarçoveyê de çeteyên DAIŞ’ê 26’ê Îlonê seat 16.00'an de li hember navçeya Rebîa ya girêdayî Mûsil êrîşek li dar xistiye. 2 wesayîta tijî teqemenî barkirî ya ku bi armanca hêzên me de were teqandin, ji aliye hêzên me ve di nava çeteyan de hat teqandin û hat rûxandin. Çeteyên ku bi tank, top û çekên giran êrîş dikirin hatiye sekinandin û êrîşên wan ên li vê qadê hatine paşvêxistin. Li vî qadê çend kuştî û birîndara çeteyan çebûye nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de hevalekî me bi qehremanî li ber xwe da û gihişt şehadet e.

Yekîneyek çeteyan a dixwestin rêya di navbera Rebîa û Cezaa derbas bikin û xwe bi dizî bigihinîn Til Koçer ji aliye hêzên me ve hatiye sekinandin. Li vir doçkayek 23 hatiye rûxandin hejmarek zêde çete jî hatine kuştin. Lê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çebûne.

Çeteyan şeva buhrî 3 cara êrîş birin li ser gundê Dugura ye dikeve qûntarê Çiyayê Şengalê. Çeteyên ku li vî qadê bi tank, wesayîtên zirxî û bi topên cur bi cur êrîş dikirin hatiye paşvêxistin. Hejmarêk zêde çek û amûra leşkerî hatiye desteserkirin. Hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelalkirin. Di pevçûnên vî qadê de hêzên HPG û YBŞ jî cihe xwe girtin.

Qadên ku xeta ewlekariya Şengalê xwe digihine Rojava de jî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên me de pevçûnên  dijwar û di nava hêv de tên jiyîn û îro hîn seatên nîvro de jî didome.

Der bare encama êrîşên çeteyan de piştre agahiyên zelal dê werin parvekirin.”