Li Sefaretxaneya Tirk pankarta ‘Kujer Erdogan’

Tîma Tolhildanê ya Zinar Raperîn li Sefaretxaneya Tirk a Marsilyayê pankarta bi navê ‘Kujer Erdogan’ daleqand.


Li Marsîlya ya Fransayê Tîma Tolhildêr a Zinar Raperîn li Sefaretxaneya Tirk  bi Fransî ‘Kujer Erdogan! Dewleta Tirk = DAIŞ’ daleqand.

Ciwanên ku çalakî kirin diyar kirin ku çalakiya wan tenê hişyariyek e û ev peyam dan:

 ‘’Çalakiya me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ye ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne û li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku her diçe hov dibe û li dijî hewldana dagikirina Efrînê hatiye kirin. Ji bo me hebûna Rêber Apo, azadî û ewlehiya wî xeta sor e ku ev dibe sedem ku ava çeman bisekine. Her wiha êrîşa bi ser Şoreşa Rojava de êrîşeke bi ser rûmet, şerefa me û siberoja me ya azad de ye. Heta ku dewleta TC’ê ya faşîst polîtîkayên xwe biguherîne, li hemû deverên dinyayê li dijî sazî û dezgehên TC’ê em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Divê çalakiya me weke hişyaridayinekê were ditin. Bi giyanê fedayî yê Apoyî, li her deverê heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe geş bikin.’’