Li sê bajaran ji bo 'winda'yan hatin cem hev

Li Amed, Êlih û Izmîrê aqûbeta windayan hate pirsîn. Di çalakiyê de Leyla Guven hate slavkirin, hate xwestin ku tecrîd were rakirin.

AMED

Di çalakiyên “Bila winda  bên dîtin û faîl bên darizandin” ên Amed û Êlihê de, çalakgeran bal kişand ser rewşa Leyla Guven a 122 roj in di greva birçîbûnê deye  û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 526’emîn de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Li Amedê ji ber ku qada Bîrdariya Mafên Mirovan a parka Koşuyolu hatiye qedexekirin, xizmên windayan û ÎHD'ê çalakî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê pêk anîn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêveber û endamên Şaxa ÎHD’ê, Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta  Mehmet Mûngan ê di Adara sala 1998’an de, li navçeya Sîlopî ya  Şirnexê hat dîtin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
 
‘DIVÊ TECRÎDÊ RAKIN’
 
Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û wiha got: “Gelek faîlên kiryarên wan ne diyar ên di sala 1990’an de pêk hatin, ji aliyê hêzên paremîlîter ve pêk hatin. Di dozên darizandina windayan de, me dît ku faîl ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, beraet dikin. Emê li dijî vê tim têbikoşin. Leyla Guven ev 122 roj in di greva birçîbûnê deye. Lê li hemberî çalakiya wê bêdengiyek mezin heye. Divê hikûmet gav bavêje û tecrîda liser Birêz Ocalan rake.”
 
‘AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN’

Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz jî, çîroka ajokarê Tirê Mehmet Mûngan ê 27 salî xwend û wiha got: “Mûngan di 18’ê Adara 1998’an li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat serwindakirin. Ligel hemû serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Mûngan nehat girtin. Birayê Mûngan Zeydîn Mûngan, di 26’ê Çileya 2009’an, îfade da û xwest faîl bên dîtin. Lê hemû lêgerînên ji bo Mûngan hatin kirin bê encam man.” 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat. 

ÊLIH

‘HÎNA JÎ BERSIV NADIN’
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 431'emîn de çalakiya xwe li avhiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê berdewam kirin. Xizmên windayan,  rêveberên ÎHD'ê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay, daxûyanî da û got: “Çalakiya me  hatiye qedexe kirin. Lê ligel hemû qedexeyan jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Malbatên 20-30 salin li benda edaletê ne, hîna  jî bersiv ji bo nayê dayîn. Dîroka me  ya bi derewan tije kirin, emê tu carî bawer nekin. Em tim rastiyê binivîsin û rastiyan vebêjin.”
 
Di çalakiyê de, aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên di sala 1994’an de li Gundê Zorava yê girêdayî Navenda Êlihê ji aliyê 4 kesan re hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn. 

ÎZMÎR

Şûbeya ÎHD'ê ya Îzmîrê, cara 472'an ji ber 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li aqûbeta jinên winda pirsî.

Parezvanên mafê mirovan, xizmên windayan li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê hatin cem hev, di çalakiyê de hatin cem hev. Di çalakiyê de gelek jin û nûnerên rêxistina civakî hazir bûn. Daxuyanî rêvebera şûbeya ÎHD'ê Cemîle Karakaya da. Karakaya got 8'ê Adarê ji aliyê hemû qedemeya dewletê ve hatiye pîrozkirin, weke her cor sonên boş hatine dayin.

Karakaya çîroka jinên ku dem destgîrkirinê hatine windakirin par ve kir.