Li sê bajaran 10 parêzer hatin binçavkirin
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Serokê Baroyê yê berê Ozkan Yucel jî di nav de bi tevahî 10 parêzer hatin binçavkirin.
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Serokê Baroyê yê berê Ozkan Yucel jî di nav de bi tevahî 10 parêzer hatin binçavkirin.
Neh parêzerên ku hatine binçavkirin ev in: Mert Batûr, Ozkan Yucel, Orjan Kîper, Omer Can Seyman, Sedef Pinar Ûzbag, Goksel Akbaba, Selen Dendeş, Semra Demîr û Demîr Demîrdogen.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin hin parêzer li navendên polîsan dema ku xwestine muwekîlên xwe yên di protestoyên şermezarkirina girtina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû de hatine binçavkirin hevdîtinê pêk bînin, hatine binçavkirin.
Hate ragihandin ku li gel serdegirtinên malan bi tevahî 10 parêzer hatine binçavkirin.
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di daxuyaniya xwe de got: ‘’Li Stenbolê hêzên dewletê li hemberî sedan kesên ku li dijî oerasyonên siyasî nerazîbûnên xwe nîşan dane, serî li hêza zêde û êşkenceyê dane û parêzer jî di nav de bi sedan kes bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin.’’
OHD’ê da zanîn ku Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî di nav de li Îzmîrê 7 parêzer, li Stenbolê 2 û li Enqereyê jî parêzerek li navenda polîsan yan jî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
OHD’ê got ku parêzer misogeriya parastina mafên welatiyan e û ew bêdengkirina parastinê qebûl nakin. OHD’ê xwest parêzer tavilê bên berdan.