NÛ BÛ-Li Samsûnê êrîşî karkerên Kurd kirin: Jinek hate qetilkirin

Êrîşî konê ku Karkerên Kurd ên li Termeyê dimin hate kirin. Di êrîşa nîjatperestî de jina bi navê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Nûrcan P. Ji bîrîndar bû.

Êrîşî konê ku Karkerên Kurd ên li Termeyê dimin hate kirin. Di êrîşa nîjatperestî de jina bi navê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Nûrcan P. Ji bîrîndar bû.

Bi çakan êrîşî konê karkerên Kurd ên ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo karkeriya demsalî çûbûn navçeya Terme ya Samsûnê lê diman hate kirin. Di vê êrîşa li Karadenizê de ku her diçe li dijî karkerên demsalî zêde dibe, jina bi navê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest da, jina bi navê Nûrcan P. birîndar bû.

ÇI QEWIMÎ?

Hat îdîakirin ku di bûyerê de piştî ku karkerên herêmî gotinên nexweş û bi kîn ji karkerên Kurd re kirin û şûnde êrîşa bi çek pêk hatiye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Samsûnê wê di rojên pêşiya me de têkildarî mijarê daxuyaniyek bide çapemeniyê.