Li Şamê heyeta NY ket ser rê
Li Şamê heyeta NY ket ser rê
Li Şamê heyeta NY ket ser rê
Lêkolînerên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî taloqkirina rojekê ji bo jinûve dest bi lêkolînên xwe yên li paytexta Sûriye Şamê bikin, ketin ser rê.
Xebatên komkirina delîlan ên heyeta NY, roja Sêşemê ji ber sedemên ewlekariyê hatibû taloqkirin.
Konvoya heyetê, ji bo lêkolînkirina îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî roja Duşemê dema diçû herêm Xûta ya li Rojhilatê Şamê, rastî êrîşa sekvanan hatibû.
Heyeteke duyemîn, di êvara heman rojê de li herêma Eş Şamê lêkolîn pêkanî bû.
Hat îdîakirin ku roja 21'ê Tebaxê di êrîşa li hemberî herêma El Şam a di bin kontrola mûlaxîfan de ye, çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Der barê êrîşa bi çekên kîmyewî de ku tê îdîakirin bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, rejîma Şamê û mûxalîfan hevdu tawanbar kirin. Neteweyên Yekbûyî jî ji bo lêkolînkirina îdîayan, heyetek ji pisporên çekên kîmyewî wezîfedar kiribû.