Li girtîgehan greva birçîbûnê ya li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê didome. Li girtîgehên Menemen û Şakranê ku binpêkirinên mafan gelekî zêde ye pêkanînên rêveberiya awarte di dewreyê de ye.
Hevseroka Komeleya Piştevanî Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan a Îzmîrê Seda Tanrikûlû bal kişand li ser rewşa 12 girtiyên li Girtîgehên Tîpa T1 û T2 ya Şakranê û diyar kir ku ji 12 girtiyên ku hatine sirgûnkirin 6 ji wan li T1 û 6 ji wan jî li T2 dimînin. Tanrikûlû destnîşan kir ku îdareya girtîgehê girtiyên bi navê Abdulcelîl Erînfîk, Abdullah Aksu, Mustafa Akan, Ahmet Elmas, Baran Canpolat û Bariş Tekîn ên li Tîpa T1 li şûna ku bide odeyên girtiyên siyasî dane beşa girtiyên edlî.
Tanrikûlû diyar kir, ew bi girtiyan re axiviye û girtiyan jê re regihandine ku gelek caran ji bo ku odeyên wan bên guhertin serlêdan kirine lê ti caran bersiv nehatiye dayîn û ewlehiya canê wan tineye.
Tanrikûlû der barê Girtîgeha Menemenê ku binpêkirin gelek zêde de jî agahî da û wiha berdewam kir: "Li girtîgehê dema ku girtî ji bo telefon, rewîr, sohbet, spor an jî hevdîtinê derdikevin, ji wan tê xwestin pêlavên xwe derxînin û benên wan jê bikin. Îdareya girtîgehê qaşo di bin navê ewlehiyê de van pêkanînan li ser girtiyan ferz dike ji ber ku girtî jî vê yekê qebûl nakin, nikarin ji mafê nexweşxane yan jî sohbetê sûdê werbigirin. Herî dawî li girtîgehê tê ferzkirin ku girtî bi yek rêzî wekî li ser xêzekî bimeşin."
Tanrikûlû got "Ferqa Girtîgeha Memenenê ji zindana Amedê tine ye" û anî ziman ku piştî ku rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê hatin astengkirin niha jî pirtûkan nadin girtiyan. Tanrikûlû da xuyakirin, ku wan xwestine pirsgirêkên girtiyan ji dozger re ragihînin, lê beltê ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Hevserokê Komeleya Piştevanî Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan a Îzmîrê Mûsa Karbadagê jî destnîşan kir ku piştî 7 Hezîranê AKP polîtîkaya şer xistiye dewreyê û bi vê yekê re jî li girtîgehan binpêkirin derketiye asta herî jor. Karbadag bilêv kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehên Menemen û Şakranê jî heye û wiha got: "Li herdu girtîgehan binpêkirin di asta cidî de ye. Ferzkirina 'nasnameyê' 'derxistina benên pêlavan', 'bi yek rezî meş' û qedexeya pirtûkan wekî zindana Amedê ya salên 80'an e. Divê di demeke kin de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin."