Li Saarbrucken û Rennesê bîranîna şehîdan
Şehîdê Berxwedana Serdemê ya Efrînê Şervan Ûrfa li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate bîranîn. Li bajarê Rennes ê Fransayê jî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê tûrnûvaya futbolê hate organîzekirin.
Şehîdê Berxwedana Serdemê ya Efrînê Şervan Ûrfa li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate bîranîn. Li bajarê Rennes ê Fransayê jî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê tûrnûvaya futbolê hate organîzekirin.
Şervanê YPG'ê Ahmet Kaplan (Şervan Ûrfa) ku 4'ê Adara 2018'an li navçeya Raco ya Efrînê şehîd bû, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate bîranîn.
Tevî xizmên Kaplan, gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn. Hevserokê Meclîsa Gel a Saarlandê Dexîl Silêman piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û got, jiyana Şehîd Şervan Ûrfa bi têkoşînê derbas bû û ji sala 1997'an û pê ve li gelek qadên berxwedanê cih girt.
Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Ekrem Yavûz peyivî û got, "Ya ku dikeve ser milê me ew e, ku em doza şehîdan xurt bikin û têkoşîna wan bidomînin."
Biraziyê Şervan Ûrfa Mûrat Kaplan jî li merasîmê axivî û diyar kir ku Şervan Ûrfa ji sala 1996'an û pê ve cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Kaplan got, "Mafê wî yê mayina li Elmanyayê hebû. Karekî wê yê baş jî hebû. Bixwasta dikarîbû li Elmanyayê jiyaneke baş ava bikira. Lê belê wî hemû derfetên li Elmanyayê danî aliyekî û berê xwe da welêt." Kaplan destnîşan kir ku wezîfeya dikeve ser milê wan dilsoziya bi bîranîna şehîdan û geşkirina têkoşîna wan e.
Di merasîmê de mewlûd hate dayin û sînevîzyon hate nîşandan.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê jî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê tûrnûvaya futbolê hate organîzekirin. Tûrnûva ji aliyê Ciwanên Azad ve hate organîzekirin û 14 tîm tevlî bûn. Di encamê de tîma Karayazispor bû yekemîn, Şervan Muslimspor bû duyemîn û Engîn Sîncer bû sêyemîn.