Tecrîd li Rusyayê hate şermezarkirin

Li Rusyayê Tevgera Ciwanên Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyekê protesto kir.

Li navçeya Novoaleksandrovskiya girêdayî bajarê Stavrapol ê Federasyona Rusyayê komeke ji ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk protesto kir. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd a Rusyayê ve hate organîzekirin. Barzanî Mamedov li qada çalakiyê axivî û got, "Em bi tu awayî ji Rêbertiya xwe agahî nagirin. Niha Kurdên li her çar aliyê cîhanê gelek bi guman û fikar in. Ev pêkanîna dewleta Tirk a der mirovahiyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê pejîrandin. Lewre em, ji vê tecrîda li ser Rêberê xwe û êrîşa li ser Efrînê hêzên navneteweyî jî berpirsyar dibînin. Êdî em dixwazin demildest ev pêkanîna der mirovahiyê bi dawî bibe. Em weke ciwanên Kurd ên li Rusyayê dijîn dixwazin ku dewleta Rusyayê hîn bêhtir ji dil û bi însiyatîf nêzî pirsgirêka Kurd bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Efrînê" qîriyan û ji hev belav bûn.