Li Rûsyayê çalakiyên ji bo Ocalan didomin

Kurdistaniyên li navçeya Yerşov ya bajarê Saratov a Rûsyayê dijîn bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya li Efrînê çalakiyek li darxistin.

Kurdistaniyan pankartên nivîsên li ser ‘Zarokên me nekujin’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Destê xwe ji Efrînê vekişînin’ û ‘Terorîst Erdogan, Kujer DAIŞ’ û bi dirûşmeyan bûyerên li Rojava diqewimin şermezar kirin.

Di çalakiyê de hevserokên atonomiya çanda Kurd ya navçeya Yerşovê Îsa Osmanov û Gûlizer Yûsûpova axivîn. Hevserokan qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û dagirkeriya li Efrînê kirin û wiha hat gotin; “Em bang li hêzên navnetewî û Rûsyayê dikin ku li dijî bûyerên li Efrînê bêdeng nemînin û li dijî hewldanên guhertina demografiya Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve helwes nîşan bidin.”

Çalakgeran diyar kirin ku heta Kurdek tenê jî bimîne wê berxwedan bidome û wê tevgera azadiya Kurdistanê serbikeve.