Li Roûen, Gîessen û Lorîentê aktivîteyên ji bo ‘Ocalan’ hatin lidarxistin
Kurdistanî, aktivîteyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Roûen, Gîessen û Lorîentê dewam dikin.
Kurdistanî, aktivîteyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Roûen, Gîessen û Lorîentê dewam dikin.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li navenda sûkê konek ê agahdarkirinê vedan. Di çalakiyê de têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan welatî hatin agahdarkirin. Erkdarên ku pirsên gel bersivandin, belavokên bi zimanê Elmanî belavkirin.
ROÛEN
Li bajarê Roûen ê Fransa, di pêşengtiya Nevanda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin de, tecrîd hate protestokirin.
Di çalakiya têde belavok hatin belavkirin de, welatiyên Fransî jî destek dan.
LORÎENT
Li bajarê Lorîent ê Fransayê ji bo bidawîanîna tencîrda girnakirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga lezgîn li CPT’ê hate kirin ku hevdîtinê bi Îmraliyê re pêk bîne.
Di çalakiya standê ya li pêşiya bazargeha Fnacê hate danîn de, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Di çalakiya çapemeniya herêmî jî eleqeyek mezin nîşan da de, bi Kurdiataniya re hevpeyvîn hatin kirin. Nûnerên Loriîent Bretegna BIR-KAR, Alternatîve Lîbertaîre Lorîent stand ziyaret kirin.
Di çalakiyê de hewldanên faşîstan hate valaderxistin. Kesayetek ku hate texmînkirin ku ji Baybûrtê ye ku bi armanca provakatîvê hewl da wêneyên çalakiyê bikişîne, ji aliyê Kurdistaniyan ve hate astengkirin.