Li Rojhilatê Kurdistanê di 2 heftiyan de ji 90'î zêdetir kes hatin girtin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand li Rojhilatê Kurdistanê van 2 heftiyên dawî ji 90'î zêdetir kes hatine girtin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand li Rojhilatê Kurdistanê van 2 heftiyên dawî ji 90'î zêdetir kes hatine girtin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand herî dawî piştî girtina 4 hawîrdorparêzan van du heftiyên dawî kesên ku hatine girtin bûne 92 kes.
Li gorî KMMK'ê artêşa îdeolojîk a Îranê û hêzên îstîxbaratê û Zêrevanên Şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî mafê mirovan û parêzvanên hawîrdorpêrê operasyonan rê ve dibe.
KMMK'ê diyar kir di van operasyonan de tundî tê bikaranîn, destûra edlî jî nînin, xwe sparta ser malbatên girtiyan û got, ''nayê zanîn bê ka li kûderê têne girtin''.
KMMK'ê got, ''Ji ber tundiya serwîsên îstîxbarî û nayê zanîn bê ka li kûderê girtî ne, derheqê ewlehî û tendiristiya wan fikar têne kirin.''
KMKK'ê ragihand hin malbat kurt jî dikarin bi telefonê axivin, destûr nayê dayin ku bi Kurdî were axafti. Li gorî KMK'ê li Mehabadê 13, li Bokanê 24, li Naghadayê 10, li Pîranşarê 8, li Mêrîwanê 9, li Senayê 7, li Kirmanşanê 5, li Sarv Abad a Hewramanê 6, li Rabatê 3, li Seqiz 4 û li Îlamê jî 1 kes hatine destgîrkirin.