Li Rihayê 3 kes hatin girtin
Li Rihayê 3 kes hatin girtin
Li Rihayê 3 kes hatin girtin
Li Rihayê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin û sewqî Amedê hatin kirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Yekîneyên tîmên taybet û leşkeran 3 roj berê li tax û gundên Pirsûsê ya Rihayê bi ser gelek malan de girtibûn. Tîmên taybet û leşkeran di serdegirtina malan de Serokê BDP'a Pirsûsê Salih Şahîn û Midûrê Dibistana pêşîn a Sevgi Ferit Akpolat binçavkirin û sewqî dozgeriya Komarê ya Amedê hatin kirin. Şahin û Akpolat bi îdîaya "Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li aliyê din polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê (HODER) de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Dewreş Înan binçavkirin. Dadgehê der barê Înan de bi îdîaya "Endam ji rêxistinê re şandine" biryara girtinê da. 3 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha tîpa D a Amedê.