Li Reqayê teqîn pêk hatin
Li navenda û rojavayê Reqayê teqîn pêk hatin. Hate gotin, ji ber teqînan sivîlek birîndar bû.
Li navenda û rojavayê Reqayê teqîn pêk hatin. Hate gotin, ji ber teqînan sivîlek birîndar bû.
Li devereke nêzî nexweşxaneya Meşhedanî ya nêzî Parka Reşîd a li navenda Reqayê mayinek teqiya. Di bûyerê de sivîlek birîndar bû.
Teqîna duyemîn jî li ser rêya Cezra pêk hat. Lê belê der barê encamên teqîna duyemîn agahî bi dest neket.