Li Rebîa 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin

Li Rebîa 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ ên hewl dan êrîşî bajaroka Rebîa a girêdayî Mûsilê bikin rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin. Di şer û pevçûnan de 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ ên hewl dan êrîşî bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê ye bikin rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin. Di şer û pevçûnan de 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 21’ê Îlonê çeteyên DAIŞ hewl dane li hemberî bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê êrîşekî pêk bînin. Şervanên YPG’ê yên hewldana êrîşê ya çeteyan ferq kirin mûdaxele kirin. Di şer û pevçûnên li ser vê yekê derketin 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.