Li qerekolê pevçûna leşkeran: 2 mirî

Li qerekolê pevçûna leşkeran: 2 mirî

Li Enqereyê li qerekolekî di navbera du leşkeran de pevçûn derket û di encama pevçûnê de leşkerekî bi çeka xwe li hevalê xist û piştre jî xwe întîxar kir. Her du leşker jî li nexweşxaneyê mirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestixin, bûyer li Qerekola Cendermeyan a Navçeya Ahîboz ya Golbaşi pêk hatiye. Du leşker di dema nobetê de, ji ber sedemeke ku nayê zanîn ketin nîqaşê û nîqaş veguherî pevçûnê.

Di şer de Ugur Ozder hevalê xwe Osman Dentaş bi çeka xwe bi giranî birîndar kir. Piştre Ozdel bi çeka xwe, întîxar kir.

Du leşkerên bi giranî birîndar bûn, li nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşî ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin.