Li Qamişloyê ciwan 3 rojan bê navber çalakî li dar bixin

Li Qamişloyê ciwan 3 rojan bê navber çalakî li dar bixin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê komek rêxistin û tevgerên ciwanan çalakiya bi navê “kombûna sed hezarî” ji bo 3 rojan li dardixin. Di derbarê çalakiyê de komîteya amadekar daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de çalekî bi van xalan hate rave kirin:

''Di encama vê pêvajoya dîrokî ya ku gelê me dijî de, ji gel tê xwestin da ku bigihêje armanca xwe ya azadî û rûmetê, li ser hîmê biratiya gelan û yekîtiyê li hemberî xeteriyên ku hebûna wê tehdît dike, hêza xwe ya parastina rewa diyar bike. Herwiha di vê rewşa tengezar de ambargoya li ser herêma me tê nîşan vêyekê nîşan da; pêwîst e rihê berxwedan bê bilindkirin.

Li ser vî esasî em wekî komek rêxistin û tevgerên ciwanan, ji bo bicîhanîna van armancan, dibin slogana “kombûna sed hezarî” de ji bo 3 rojan çalakiyekî li dar dixin û ev çalakiya me wê bi şev û roj dom bike. Armanca me nîşandana biratiya gelan, diyarkirina Desteya Bilind a wekî nûnera me ya fermî ye. Herwiha em dixwazin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heta ku Komîteya Leşkerî ya Desteya Bilind dest bi xebata xwe bike û tevlî wê wê, hêzeke rewa ya parastinê ye. Dîsa yek ji armancên me jî şikandina çemberê ye ku li ser gelê me tê meşandin."

Di daxuyaniyê de Komîteya Amadekar bangî li hemû kesî kir ku tevlî çalakiya wan bibin û vê balê kişand ser van mijaran: ''Di çarçoveya van armancan de, em bang li hemû ciwanên welatparêz, tevger, rêxistin, hevrêz û hemû gelê xwe dikin ku tevlî vê çalakî û kombûna me bibin. Deriyên vê kombûna me ji hemû kesî re vekiriye û di van 3 rojan de wê civîn, platform, çalakiyên çand û hunerî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê li hemû partiyên siyasî bê kirin''

Di dawiya daxuyaniyê de Komîtiya Amadekar bangî hemû kesên ku bixwazin bi wanre beşdarbin di riya rûpela wan a Fascbokêî dînin. Her wiha bangî hemû kesî hate kirin ku bi wanre di çalakiyê de beşdarbin û wiha di daxuyaniyde hat ''çalakiya Roja dawî ya çalakiyê û kombûna mezin, roja înê ye. Kesên dixwazin tevlî vê kombûna me bibin, dikarin li ser vê navnîşana facabook “تجمع مئة الف" bi me re bikevin têkiliyê yan jî dikarin rasterast xwe bigihînin qada çalakiyê ya li pêşiya Mizgefta Selman Farisî ya Taxa Enteriyê''.

Bernameya çalakiya ciwanan wê roja Çarşemê li ber Mizgefta Selman Farisî ya li Taxa Enteriyê saet di 13.00an de destpê bike.