Li Pirsûsê terora polîsan a li hemberî DEM Partiyê: 12 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de hate girtin. Hat ragihandin ku herî kêm 12 kes hatin binçavkirin ku namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê û hevseroka navçeyê ya DEM Partiyê jî di nav de ne.

Îro di danê sibehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Pirsûsê Nazli Bînîcî û namzetên endamtiya meclisa şaredariyê ya navçeyê jî di nav de bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka DEM Partiyê ya Pirsûsê Nazli Bînîcî, Nîhat Demîrbîleklî, Muslum Baran, Metîn Balî, Baran Karak, Fadil Kocakaplan, Ahmet Ceylaner, Mehmet Yuce, Bîlal Zeren û namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê Serkan Balî, Selamî Kîp û Zeliha Polat hatin binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn.