Li Pirsûsê 6 kes hatin destgîrkirin

Terora destgîrkirinê ya polîsên Tirk didome. Li Pirsûsê ya Rihayê 6 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk li navçeya Pirsûsê spedeyê, bi ser malan de girtin û 6 kes destgîr kirin.
 
Polîsên Tirk li navçeya Pirsûs a Rihayê, spedeyê bi ser malan de girtin û cendirmeyan jî li taxên çolter operasyon kirin. Di di operasyonan de û dema ku bi ser malan de girtin 6 kes hatin destgîrkirin. Ji ber ku 2 kes ne li malên xwe bûn, nehatin destgîrkirin.
 
Navê kesên ku hatine destgîkirin wiha ne: Nuho Ceyran, Osman Akgun, Ahmet Dagtekin, Halîl Demîr, Kadîr Samur û Mehmet Samur. 6 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.