Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava’
Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferansek û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin.
Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferansek û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin.
Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferansek û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çep a Elman Jalpke ku got, "Rojava li aliyekî ku li hember DAIŞ’ê têdikoşe li aliyê din jî hewl dide pergalekê ava bike” banga piştgiriyê kir.
Li Parlamentoya Ewropa (PE) a li paytexta Belçîka Buksel, konferanseke bi mijara “Li Rojava modeleke civakî demokratîk a adil” û pêşengeheke wêneyan hat lidarxistin. Di konferansa ku ji aliyê Koma Çep a PE ve hat lidarxistin, endama Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpk, Zanyarê Siyasetê yê Awûstûryayî û nivîskar Thomas Schmidinger, endamên PE Sabîne Losing û Cornelia Ernst tevlî bûn. Piştî konferansa ku komkujiya Parîsê hat şermezarkirin wêneyên wênekêş Birgit Haubner li Rojava kişandibûn hatin nîşandan.
DIVÊ BI ROJAVA RE DI NAV PÎŞTGIRIYÊ DE BIN’
Parlamentera Parlamentoya Federal a Elmanya Ulla Jelpke ya axaftina yekemîn kir, bal kişand ser pergala li kantonên Qamişlo, Efrîn û Kobanê yên Rojava. Jelpke diyar kir ku Kurd li Rojava li hember çeteyên herî barbar ên cîhanê şer dikin û got: "Li wir tê xwestin ku jiyaneke gel bi hev re bijîn bê avakirin. Li Rojava şoreşek tê jiyîn. Pêşengiya wê jî jin dikin. Şoreşa li vir mîna şoreşa jinê ye. Niha li aliyekî li hember DAIŞ’ê têkoşîn tê kirin li aliyê din jî hewl tê dayîn ku pergalek bê avakirin. Gel hemû bi hev re dijîn. Lê li gel vê gelek pirsgirêk jî hene. Derfetên kar nînin, zanîngeh nînin. Jiyan ji nû ve tê avakirin. Lewma pêwîst e kampanyayeke Navneteweyî bê pêşxistn. Divê her kes piştevaniyê bike.”