Bengtsson di rûniştina parlamentê ya li ser polîtîka derve ya Swêdê de, operasyonên qirkirinê yên AKP li dijî Kurdan dimeşîne xist rojevê. Bengtsson bibîr xist, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê got, '7 600 terorîst hatin kuştin' û sivîlên hatin qetilkirin ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî.
Bengtsson diyar kir, piştî dibistanê dema kurê xwe yê 7 salî dibir malê, li telefona xwe temaşe kir û wêneyek dît. Bengtsson got, "Kurd bû, emrê wî bi qasî yê kurê min bû. Miribû. Çend roj berê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi kêfxweşî ragihand ku wan 7 600 Kurd, biborîne 'terorîst' kuştine. Weke mînak mirov dikarin vî zarokî wêneyê xwe heye, nîşan bidin."
Bengtsson da zanîn, li derveyî PKK'ê divê mirov kiryarên Erdogan bibînin û got, "Pirsgirêk ne tenê ji holê rakirina terorîzmê ye. Bi karakterê neteweperestiyê, êrîş li dijî Kurdistanê tê kirin, jin, zarok û mêrên Kurd tên kuştin."
QAŞO MAFÊ TIRKIYEYÊ YÊ PARASTINA LI DIJÎ TERORÎSTAN HEYE!
Bengtsson ragihand, bi qasî 100 hezar Kurdên li Swêdê dijîn dixwazin bizanibin, çima Swêd helwesteke tund nîşan nade û ev pirs kir, "Hûn ê bersivekê bidin wan?"
Li pêşberî vê tespît û pirsê, Wallstrom gotinên tên zanîn dubare kir, êrîşên li hemberî Kurdan şermezar kir û anî ziman, ku wan ev yek bi rêya Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinên du alî yên bi rêveberên Tirkr e xistine rojevê. Wallstrom her wiha îdîa kir ku mafê Tirkiyeyê ye li dijî terorîzmê xwe biparêze û got, "Lê nabe ev yek bi rengekî ku zerarê bide sivîlan were kirin. Ji vê zelaltir, nayê bilêvkirin."