Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) û Rêveberiya Mizgefta Ehmedê Xanî ya Evryê xwarina fitarê dan.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredarê navçeya Îpekyolû ya Wanê Veysel Keser, Serokê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli, Nûnerê CÎK’ê yê Fransa, Melayê Mizgefta Ehmedê Xanê ya Evry Sena Karakaş û Rêveberiya Mizgeftê, Berdevka CÎK a Ewropa û Endama Şûra Cîkê û Hevya Sor a Kuridstanê Hatîce Turhallî û zêdetirî hezar kes beşdarî xwarina fitarê bûn.
‘PÊXEMBER LI DIJÎ ZILMÊ RÊ NÎŞAN DA’
Piştî axaftina vekirinê ya ji aliyê Berdevkê Koordînasyona Hilbijartinê ya Evryê Farûk Soylemez, Hafiz Ahmet Tûrhallî axivî û wiha got; “Ev 16 sal in AKP bi nerilêtî, zext, qirkirinên siyasî, zilim û sansuran welat bi rê ve dibe. Têkoşîna Hz. Mihemed ya li dijî zilmê rê nîşanî me da.”
KARAKAŞ: KESÊN ÎMANA WAN HENE LI DIJÎ ZILMÊ TÊDIKOŞIN
Melle Sena Karakaş jî axivî û wiha got; “Li dijî sîstema zilmê ku bi hîleyan hatiye ser deshilatê kesên têdikoşin xwedî îman in.”
KAYA: DENGÊN DERVEYÎ WELAT GELEK GIRÎNG E, TEQEZ DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û qala hîleyên AKP’ê yên di hilbijartinan û girîngiya dengên derveyî welat kir.Kaya wiha got; “Divê em hişyar bin û teqez divê em biçin ser sindoqan.
Kesên beşdarî standa zekta û fîtreyan a Heyva Sor a Kurdistanê bûbûn, bi bangdana Hafiz Tûrhallî re xwarina fitarê xwarin.
Parlamentera HDP’ê Huda Kaya îro jî wê serdana malên li herêmê bike.