Li Parîsê Turkan Yuksel hate bibîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê Turkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Li paytexta Fransa Parîsê Turkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê, ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransa û tevgera Jinên Kurd a Fransa ve merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Malbata Şehîd Nûdem Nûrhak, hevalên wê yê têkoşînê û Kurdistanî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Di şexsê Nûdem Nûrhak de, ji bo şehîdên Berxwedana Zindanê ya 14'ê Tîrmehê û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Di merasîmê de malbata Nûdem û hevalên wê yê têkoşînê qala Nûdem kirin û wiha gotin; "Nûdem Nûrhak ji bo azadiyê û ji bo azadiya gelê xwe bi ken diçû mirinê.
Alaya ku Nûdem di têkoşîna azadiyê de bilind kirî, emê nehêlin bikeve erde û em ê têkoşîna wê bihêztir bikîn û bi serketinê tacîdar bikin."
Di merasîma bibîranînê de sînevîzyona ku qala Nûdem Nûrhak dikir hat temaşekirin û çalakiya bibîranînê bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.